Milîsên HBDH’ê li Tarsûsê kamyonekî faşîstan kir xwelî
Milîsên HBDH’ê diyar kir ku wan li ser rêya Tarsûs-Pozantiyê kamyona faşîstê bi navê Bahattîn Şahîn daye ber agir.
Milîsên HBDH’ê diyar kir ku wan li ser rêya Tarsûs-Pozantiyê kamyona faşîstê bi navê Bahattîn Şahîn daye ber agir.
Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Hevgirtî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li ser rêya Tarsûs-Pozantiyê kamyona faşîstê bi navê Bahattîn Şahîn di dema park kiribû, bombeyek lê girêdane û şewitandine.
HBDH’ê di derbarê çalakiyên ku di çarçoveya pêngava “Emê faşîzmê hilweşînin, Azadiyê bi dest bixin” pêkanîn de got: “Di çarçoveya pêngava me ya seferbeiya şoreşgerî de hemû şîrket, ferd û saziyê ku xwe dispêrin desthilat û xizmetê rêxistinên faşîst dikin, bêyî ku ferqê bêxin nava wan wê di hedefa çalakiyên me de bin. Kesên mîna faşîst Bahattîn Şahîn ku di nava van rêxistinan de cih digirin wê nekaribin ji çalakiyên hêzên me yên milîs rizgar bibin.
Ev çalakiya me weke bersivdayîna li hemberî êrîşên faşîstî yên çendîn hefteye ku didomin hatiye kirin. Emê êdî benzînê li ser kamyonekê bireşînin û çexmaqê nedeynin, emê raste rast çi tiştên ku xizmetê faşîzmê bikin bişewitînin û bikin xwelî. Wê hemû rêxistinên faşîstî hesaba van êrîşan bidin.
Bayram Alî Akdenîz û Taylan Demîrcîoglu ku li hemberî faşîzma dagirker û mêtinger ya li Efrînê ya roja 5’ê Adara 2018’an her yek meşaleyekî berxwedanê bû, ji vê çalakiya me re bûn îlham. Em wana bi vê çalakiya xwe ve bi rêzdarî bibîr tînin û biyar dikin ku emê xwedî li biryardariya wan a têkoşînê derbikevin.”