Mîlîsên HBDH’ê li Stenbolê li ‘nobedarekî faşîzmê’ xist

Milîsên HBDH’yê yên Sînan Dersîm ragihandin ku wan li navçeya Beyoglû ya Stenbolê "nobedarekî faşîzmê ceza kirine."

Milîsên HBDH’yê yên Sînan Dersîm daxuyaniyek weşandin û gotin, "Nobedarê dewletê yê AKP’ê ku 17’ê Nîsanê saet di 23.00’an de dema li Beyoglûyê ji wesayîta xwe dadiket û dixwest biçûya midûriyeta polîsan bû hedefa hêzên me û di encamê de bi giranî birîndar bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Pergala nobedariyê weke hêzeke paramîlîter a rasterast girêdayî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo kontrolkirina civakê li taxan hatiye avakirin. Ev pergal ku ji endamên AKP-MHP'ê pêk tê, ji destpêkê ve hedefa milîsên me ye."

Milîsên HBDH’ê ev hişyarî dan: "Em van nobedarên bi pere yên dewleta faşîst hişyar dikin ku li aliyekî weke nobedarên exlaqî tevdigerin, li aliyê din jî bi kiryarên kêfî êşkenceyê dikin û mirovan dikujin. Kolan û kuçeyên ku hûn lê digerin, qereqolên ku hûn tê de disekinin û rejîma faşîst a ku hûn pê bawer in wê nikaribin we ji hêrsa milîsên me biparêzin. Ji ber sûcên ku hûn li gel dikin, em ê hesab ji we bipirsin. Hûn ê her tim û li her derê bibin hedefa guleyên me."