Milîsên HBDH’ê li dijî polîsan çalakiyek bi çek kirin

Milîsên HBDH’ê ya Şavaş Mereş li Stenbolê li dijî polîsên Tirk çalakiyek bi çekan kirin. Milîsan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwana kir ku çalakiyan bikin.

Milîstên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Savaş Maraş daxuyaniyek da got: “26’ê Adarê saet derdorî 23:30’î li Yakacik a Stenbolê dema polîsên faşîzan dewriye digeriyan hêzên me bi çekan çalakiyek kirine.”

HBDH’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwanan kir ku tevlî çalakiyan bibin.

HBDH’ê ragihand ku wan çalakî ji bo bîranîna Şervan Mereş (Mehmet Soysuren) ê sala 2019’an li Heftanînê şehîd bûbû, pêk aniye.