Milîsên HBDH'ê li Ataşehîrê agir berdan navendeke bazarê

Milîsên Şêxmûs Milazgir ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê, wan li Ataşehîr a Stenbolê agir berdane navendeke bazarê.

Di daxuyaniya Milîsên Şêxmûs Milazgir ên HBDH'ê de hate ragihandin ku 21'ê Hezîranê li Ataşehîr a Stenbolê navenda kar a ku 'Moon Event' û ofîsên cuda yên firotinê lê bûn, bi 'teknîkeke taybet' hatiye şewitandin.

Hate ragihandin ku xisareke mezin li avahiyê bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke neferên têkoşîna yekbûyî em hişyariyê didin dewleta Tirk a dagirker û faşîst; Heta ku operasyonên siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê bi dawî bibin em ê li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên bersivdanê dewam bikin. Her tiştên ku ji planên qirêj ên rejîma çete ya AKP-MHP a faşîst re yekser an jî neyekser dibe piştevan, wê di hedefa milîsên me de bin."