Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Milîsên HBDH’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî kir

Milîsên HBDH’ê, ji bo protestokirina astengkirina hevdîtinan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çalakî lidar xist. Milîsên ku li Mêrsînê 2 TIR şewitandin û pankarta “Ji bo Serokatiyê Azadî” daliqandin

Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

HBDH’ê bi daxuyanikê çalakiya ku roja 16’ê Adara 2021’an lidar xistî ragihand.

HBDH’ê got, “Roja 16’ê Adara 2021’an seat derdora 23:00’an, li têketina sanayî ya li taxa Mufîde Îlhan a navçeya Akdeniz a Mêrsînê milîsên me çalakiyek lidar xistin e. Di dema çalakiyê de milîsên me pankarta bi nivîsa ‘Ji bo Serokatiyê Azadî’ bi deriyê têketê ve daliqandin û tirên li wir bi molotofan dan ber agir.”

HBDH’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li ciwanên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyê kir ku li her deverê ji bo li kolanan rê li faşîzmê bigrin bikevin nava çalakiyan.