Milîsên HBDH'ê: Em ê li çavkaniyên aboriyê yên şer bidin

Mîlîsên Sîbel Surucu yên HBDH’yê li navçeya Înegol a Bûrsayê li dijî kargehekê çalakiyeke sabotajê kirin û hişyariyeke bi vî rengî dan: "Em ê li hemû çavkaniyên we yên aboriyê bidin ku şer pê tê fînansekirin."

Milîsên Sîbel Surucu yên Tevgera Şoreşger a Yebkûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sibeha 19'ê Nîsanê li navçeya Înegol a Bûrsayê, li hemberî kargeheke ku kel û pelên buroyê hildiberîne, me çalakiyeke sabotajê kir. Kargeha li herêma pîşesaziyê ya Înegolê ku kursî, mase, kel û pelên buroyê çêdikir, bi temamî şewitî. Bi çalakiya sabotajê re xisareke mezin a madî li kargehê bû."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên li Metînayê û wiha hate gotin, "Em ji vê derê hişyariyê didin faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarên wê; Ev operasyona ku we dane destpêkê wê tenê li çiyê nemîne. Em ê bajaran bi agirê azadiyê gur bikin. Em ê her qada ku em lê ne bikin çepera berxwedanê. Em ê li hemû çavkaniyên we yên aboriyê bidin ku şer pê tê fînansekirin."