Milîsên HBDH’ê çalakî kirin

Milîsên HBDH’ê ragihand ku li Îzmîrê li dijî zeviyên çandiniyê çalakiyek kirine.

Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em HBDH, berê jî hikûmeta faşîst û hevkarên wê bi çalakiyên kiribû, hişyar kiribûn, lê tevî van hişyariyên me jî hem li hundir û hem li derve vê hikûmeta faşîst êrîşên xwe bi hovan e domandin.

Ti nirxek nema ku êrîş nebir ser, her çiqasî gelê şoreşger û demokrat hene, êrîşî wan hatin kirin. Her cûre êşkenceyê li nirxên mirovahiyê û têkoşîna azadiya Kurd kir. Her diçe êrîşên li dijî şoreşa Rojava û destkeftiyên wê dewam kir, malên gel hatin şewitandin, bax û baxçeyên wan keda wan hate şewitandin.

Em ê destkeftî û şoreşa ku me bi têkoşîna yekbûyî bi dest xistî çi dibe bila bibe em ê biparêzin. Li dijî her êrîşa li ser gel, nirx, cenaze û xwezaya me tê kirin, em ê hesabê wê bixwazin.”

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê jî ev hate gotin: “26’ê Gulanê di saetên nîvroyê de li navçeya Tire ya Îzmîrê hêzên me çalakiyek li dijî zeviyên çandiniyê kirine.

Ev çalakî weke besivdayînekê ye ji bo dexil û danên li Rojava ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê şewitînin û dîsa didizina Tirkiyeyê hatiye kirin. Di çalakiyê de bi dehan hektar zevî bûne xwelî.”