Milê KESK’ê gihişt Dîlokê
Milê KESK’ê gihişt Dîlokê
Milê KESK’ê gihişt Dîlokê
Federasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) bi şîrara ‘Em ji bo Tirkiyeyek demokratîk, azad, wekhev û jiyaneke mirovane dimeşin) ji milî berbi Enqereyê meş dan despêkirin. Di çarçoveya meşê de milê ‘Bedran-Orhan Encu, Abdullah Comer’ ji Roboskê derketin rê û gihiştin Dîlokê.
Girse li ber Sanko Park AVM ji aliyê rêxistinên girseya demokratîk û endamên KESK’ê ve hatin pêşwazîkirin. Kedkar ji vir heta ber avahiya edliyê ya berê meşiyan. Berdevka Milê Meşê ya KESK’ê Esen Yilmaz li vir axivî û got: “Kedkarên perwerdehî, tenduristî, nûnerên herêmî, hunermend yên vî welatî, bi daxwazên sedan karkerên cemawerî yê ji 70 mîlyonî re xizmetê dike di navbera salên 2014-2015’an de pêvajoya peymana komî dest pê kir. Ev pêvajo bi lihevkirina Memur-Senê re bi têkçûyî encam bû. Bi zêdebûna dîlimê bacê re di serê meha Çilê de zêdebûna maaşan, hêj ku nehatiye nîvê salê tune dibe. Ji ber vê me serî hilda, zêdebûna maaşê me daxistin. Ya girîng Memur Sen bi daxwaz û eceleyeke mezin ferqa eflansyonê ne anî rojevê. Di encamê qanûna ku wan danîbû jî piştguh kirin û ne komî, yekane, ne peymana kar, di bin peymana firotinê de îmze avêtin biryarek sosret.”
Yilmaz bang li hemû kedkaran kir ku divê xwedî li daxwazên xwe derkevin. Piştî daxuyaniyê girse berbi Hateyê ve ketin rê.