Mîksera ji înşata qerekolê re xerc dibir hat şewitandin

Mîksera ji înşata qerekolê re xerc dibir hat şewitandin

Li çolteya navçeya Elkê ya Şirnexê, mîksereke ku ji bo înşaata qerekolê ya ku çêkirina wê didome xerc dibir, ji aliyê HPG’iyan ve hate şewitandin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestixistin  mîksereke plakaya wê 21 KN 493 ye û yadê Omer Uce ye ya  dema ji şantiya qerekola ku li navçeya Elkê tê çêkirin re xerc dibir, roja çarşemê li Gundê Dere yê Jêrîn ji aliyê HPG’ê ve hat rawestandin.  HPG’iyan ajokarê wesayîtê ku navê wî nehat hînbûn ji wesayîtê derxist û wesayît da ber agir.