Midûrê girtîgehê bi 'mirinê' gef li çalakgerên grevê xwar

Midûrê duyemîn ê Girtîgeha Girtî Tîpa L a Patnosê, bi 'mirinê' gef li berxwedêrên greva birçîbûnê xwar.

Li Girtîgeha Girtî Tîpa L a Patnosê, di asta 'mirinê' de zext li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê xwarin.

Hate ragihandin, midûrê duyemîn ê girtîgehê bi mirinê gef li girtiyan xwariye. Girtiyan roja Çarşemê bi rêya xizmên xwe yên serdana wan kirin agahî dan û diyar kirin, midûrê duyemîn ê girtîgehê timî li nava koxûşan digere û gefa "Ez dewlet im, hûn ê hemû li vir bimirin" li wan dixwe.

Xizmên girtiyan ragihanandin, bi têrkerî av ji girtiyên di grevê de ne nayê dayin û tenê vîtamîna B1 tê dayin.

Hate diyarkirin, rewşa tenduristiyê ya 2 girtiyên di greva birçîbûnê de ne giran e.