Midûra Emniyetê ya Sûrê gel tehdît dike
Midura Emniyetê ya ku medyaya alîgir dibêje 'hizûra aniye Sûrê' pesnê wê dida Asûman Karacik hat îdîakirin ku welatiyên li dijî hilweşandina Sûrê li ber xwe didin, tehdît dike.
Midura Emniyetê ya ku medyaya alîgir dibêje 'hizûra aniye Sûrê' pesnê wê dida Asûman Karacik hat îdîakirin ku welatiyên li dijî hilweşandina Sûrê li ber xwe didin, tehdît dike.
Hilweşandina li taxa Alîpaşa ya Sûrê dihat kirin ji sedî 90 qediya. Li Sûrê ya ku ji bo welatiyê wê ji komek kevir wêdetir dengê çûk û zarokan tev li hev dibe berxwedana li dijî hilweşandinê berdewam dike.
Welatiyên ku li ber xwe didin diyar dikin ku ew ê malên xwe neterikînin. Hat îdîakirin ku Midûra Emniyetê ya ku medyaya alîgir dibêje 'hizûra aniye Sûrê' pesnê wê dida Asûman Karacik jî di rojên borî de çûye malên welatiyan ku li berxwe didin û welatî tehdîti kirin. Welatiyên Sûrê yên ku di derbarê mijarê de agahî dan wiha gotin: "Ji ber ku em ji malên xwe dernayên em ji aliyê Midûra Emniyetê Asuman ve tên tehdîtkirin."
Her wiha li aliyekî din jî li taxa ku hilweşandin lê berdewam dike xebatên kolandina bingehê avahiyên nû tê kirin. Her wiha Rojnamegerên ku xwestin ji qadê dîmen bikişînin jî ji aliyê polîsan ve ji taxê hatin derxisitn.