MHP gefên li Sakik xwar
MHP gefên li Sakik xwar
MHP gefên li Sakik xwar
Parlamenterê Muşê yê BDP’ê Sirri Sakik bersiv da serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yê ku gotin û heqeretan ji ser zimanê xwe naxîne û got: “Bahçelî daliqîne daliqîne dê paltoyê Ocalan daliqîne.”
Devlet Bahçelî ku, di civîna koma xwe ya roja Sêşemê de gefa wek ‘Me hêj gotina xwe ya dawî negotiye’ kir, ji alî parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik li ser twîtterê bersiva wî hat dayîn.
Sakik wiha got: “Bahçeliyê ku di destê wî de ben heyî û digere, dibêje ezê Ocalan darve dikim, ji vê saetê şûn ve tenê dê paltoyê Birêz Ocalan bidaliqîne.”
Parlamenterê MHP’ê yê Enqereyê Ozcan Yenîçerî jî di daxuyaniya xwe ya meclisê de îfadeyên wek tehdîdê bikaranîn. Yenîçerî di heqaretên mezin yên wekî ‘Sirri Sakikê bê çare xwe wek xwediyê Anatolyayê dibîne’ bikar anî û wiha got: “Lê divê bizane ku dê xwîna wan leşkeran tê ji bivîla wan bê der.”