Meydana Taksîm dibin dorpêça Polîsan deye
Meydana Taksîm dibin dorpêça Polîsan deye
Meydana Taksîm dibin dorpêça Polîsan deye
Çalakiya ku wê vê êvarê bi bangawaziya platforma Taksîmê hatiba lidarxistin, jiberiya ku çalakî destpê bikin, polîsan dor li meydana Taksîmê girtin. Polîs ji bo tevlîbûna çalakiyê asteng bike “ Lêgerîn” pêktîne.
Li bendê bû ku bi bangawaziya Platforma Taksîmê vê êvarê bi hezaran kes li meydana Taksîmê kom bibin.
Polîsan hîn di saetên nîvro de li derdûra meydana Taksîm û taxên derûdorê bi jimarek mezin xwe bicîh kirin. Polîsên ku meydana Taksîm û Parka Geziyê dagir kirin, hemû taxên ku diçin ser rêya Îstiklalê jî xistine bin ablûqeyê de.
Kesên ku diçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve çenteyê wan tê kontirol kirin.