Komkujiya li Parîsê di ligel çapemeniya kurd û tirk di ya cîhanê de jî hebû. Nûçegîhanê rojnameya The New York Times Dan Bîlefsky, duh bi birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz re hevdîtin pêk anîn û piştî hevdîtinê nûçeyek weşandin û di nûçeyê de ligel vegotinên malbatê şîroveyeke bi vî rengî kir; ‘Cansiz dibe ku hêj ji bo serhildêran çekan peyda dikir.’ Metîn Cansiz ji ber vê nûçeyê axivî û got ku ev şîrove tu rastiya wê tune û bertek nîşan da û diyar kir ku pirsek wisa ji wî nehatiye kirin û bersivek bi vî rengî ji wî nehatiye girtin.
Nûçegîhanê rojnameya The New York Times Dan Bîlefsky îro derbarê qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd yên jin de nûçeyek weşand. Nûçe derbarê jiyan û hatina wê ya Ewropayê de ye. Dan Bîlefsky bi hevkariya kesekî bi navê Azad Arjîn re bi birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz re hevdîtin kir.
Bîlefsky di nûçeya xwe de gotinên Metîn Cansiz yên weke ‘ Xwişka min piştgirî dida pêvajoya aştiyê, bedela vê jî bi jiyana xwe da. Kê ev komkujî pêk anî be jî dixwaze pêvajoya tune bike.”
Rojnameyê diyar kir ku Sakîne Cansiz sala nû bi birayê xwe Metîn Cansiz re pîroz kiriye. Her wiha Metîn Cansiz ji rojnameyê re diyar kiriye ku tu carî ji ewlehiya xwişka xwe neketiye gumanan û wiha got: “Ew tu carî netirsya. Kêfxwşe bû.” Dîsa nûçeyê de şîroveyên Metîn Cansiz û aktîvîstên kurd yên din yên der barê rola Cansiz ya salên de ku tenê pere berhev dikir û piştgiriya siyasî dida jî cih digire. Piştî van şîroveyan Dan Bilefsky şîroveya ‘Gelo dibe ku Cansiz hêj ji bo serhildêran çekan peyda dike’ cih girt.
Azad Arjînê ku wergra Metîn Cansiz ji rojnamger Bilfsky re kir diyar kir ku ne pirsek wisa hatiye kirine û ne jî bersiveke bi vî rengî hatiye dayîn û bertek nîşan da.
Metîn Cansiz got ku dema hevdîtin dihat kirin rojnamgerên din jî li wir bûn û ragihand ku ev şîroveya Bîlefsky bi giştî derew e. Cansiz got: “Min di gotinên xwe de got ku Sakîne Cansiz, Fîdan Doganû Leyla Şaylemez şehîdên aştiyê ne.”