Destûr hate dayîn ku meşvan bikevin Fransayê-NÛ BÛ

Meşvanên ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi rê ketin, piştî êrîşa polîsên Elman a li Karlsrûheyê vê carê jî li ser sînorê Fransayê hatin rawestandin. Piştî demekê destûr hate dayîn ku meşvan bikevin Fransayê.

Li gorî agahiyên ji çalakgeran hatin girtin, çalakger ji ber êrîş û qedexeya dewleta Elman neçar man bi otobusê rêwitiya xwe bidomînin. Çalakger vê carê jî li ser sînorê Fransayê hatin rawestandin.

Hate ragihandin, meşvanên meşa dirêj li ser rêya A35 li derdora Weyersheîmê hatin rawestandin. Li ser sedema rawestandinê agahî bi dest neket.

Meşa dirêj a ji Mannheîmê ber bi Strasboûrgê ve, ji 10'ê Çileyê ve di hedefa zextên polîsên Elman de ye.

Çalakger roja Sêşemê li Karlsrûheyê bûn hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşê çar çalakger birîndar bûn.

Çalakger di roja çaremîn de ji nû ve li hev kom bûn, lê polîsan dor li wan girtin û helîkopterek li ser wan firiya.

Ji ber ku destûr ji meşê re nehate dayin, meşvan ji bo tevlî çalakiya enternasyonalîstan bibin biryar dan ku bi otobusê biçin Fransayê. Otobusa çalakgeran danê nîvro li ser sînor hate rawestandn.

Piştî demekê destûr hate dayîn ku meşvan bikevin Fransayê.