Meşa ‘Rêwîtiya azadiyê’ dest pê kir

Meşa ‘Rêwîtiya azadiyê’ ya ciwanên Kurd û enternasyonal dest pê kir.

Ciwanan li dijî esareta li Îmraliyê ya ku wê têkeve sala 25’emîn ruhê seferberiyê îlan kirin û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kirin. Ji welatên Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngîltere, Îspanya, Îtalya û Bolîvyayê nêzî 40 enternasyonalîst û 200 Kurd tevlî meşê bûn.

Bi sedan ciwanên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûndê (NCDK) hatin cem hev, bi şîara “Bi ciwanên rêxistinbûyî re ji bo azadiya Rêbertî” li ser fikrên Abdullah Ocalan rêzekonferans li dar xistin.

Di roja ewil a meşê de ciwanên ku wê ji Dortmûndê heta Bochûmê bimeşin danê sibehê li ber HBF ya Dortmûndê kom bûn.

Beriya meşê ciwan bi dîlan û dirûşmeyan li qadê kom bûn û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em ciwanên Kurd û enternasyonalîst em ê bibin yek; li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê bi Rêber Apo re ji bo pêkanîna xeyala xwe ya azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Ev 30 meh in em ji Rêber Apo agahiyan nastînin. Ev rewş me xemgîn dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin û li ser vê bingehê li her qadê têbikoşin.

Rêber Apo jiyana xwe daye têkoşîna azadiya jinê, demokrasiya bingehîn û ekolojiyê. Rêber Apo çaryek sedsal in li girava Îmraliyê bênavber li ber xwe dide. Rêber Apo 25 sal in di hucreyeke ku li dinyayê tu mînaka wê tune êşkenceyê dibîne û bi cezayên dîsîplînê tê tecrîdkirin. Ligel ku qanûnên mafên mirovan jî destûr nayê dayîn ku karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.

Em ji bo tevlêbûna Rêwîtiya Azadiyê, azadkirina Rêber Apo û îradeya Rêber Apo wekî yekdeng biqîrin, bang dikin. Di şexsê azadiya Rêber Apo de, em bang li hemû ciwanên xwe dikin ku ji bo azadiya jinan, demokrasî û ekolojiyê bi meşa me re bin! Werin bibin parçeyekî meşa me ya azadiyê. Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê!

BERNAMEYA MEŞÊ

Meşa me wê li Dortmûnda Elmanyayê dest pê bike û li Kolnê bi dawî bibe. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên xwe dikin ku xwedî li çalakiya me derkevin.

Ciwan wê di roja 2’emîn de ji Bochûmê ber bi navenda bajarê Essenê ve bimeşin. Di roja 3’emîn de, em ê ji îstasyona trenê ya Oberhausen (Bahnhof) ber bi Duisburgê ve bimeşin. Di roja 4’emîn de jî ciwan wê sibehê saet di 09:00 de ji îstasyona trenê ya Neûssê li hev kom bibin û ji vir ber bi navenda bajarê Dusseldorfê ve bimeşin.

Di 8'ê Îlonê, di roja 5'emîn a meşê de, çalakvan wê ji Kolnê ber bi navenda bajarê Mulheîmê ve dimeşin, wê danê êvarê jî li vir meşa xwe biqedînin.”