Meşa li dijî komployê dest pê kir: Azadî ji Ocalan re
Meşa protestoyî ya li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest pê kir. Meş bi pêşengiya 70 enternasyonalîstên ji 15 welatan dewam dike.
Meşa protestoyî ya li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest pê kir. Meş bi pêşengiya 70 enternasyonalîstên ji 15 welatan dewam dike.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, ji bo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar bikin, li ber Gara Trenê ya Navendî ya bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan.
Meşa mezin a Kurdistaniyan, li pişt pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" dest pê kir.
Zêdeyî 70 enternasyonalîstên ji Luksembûrgê meşiyan Strasboûrgê û ciwanên Meşa Dirêj li refên pêş ên meşê cih digirin. Çalakger posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG-YPJ'ê hildigirin.
Dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li nava kolanên Strasboûrgê deng vedide.