Meşa "Statu ji bo Şengalê", ku ji aliyê saziyên Êzidî yên li Ewropayê ve ji Dusseldorfê heta Brukselê hat destpêkirin, di roja 7. de ye. Êzidî heta niha bi 150 kîlometreyan meşiyan e û wê sibe li Brukselê mîtîngekê pêk bînin.
ANF
LEÛVEN
yekşem, 26 adarê 2017, 11:27
Çalakiyên Êzidiyan ên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK-AKP'ê yên li Şengalê, dewam dikin.
Êzidiyên li Ewropayê, ku dixwazin Şengal bibe xwedî statu, ji ber Parlamenta Eyaleta NRW a Elmanyayê dest bi meşê kirin û berê xwe dan paytexta Belçîka Brukselê. Piştî Elmanya û Hollandayê meşvanên Êzidî derbasî nava Belçîkayê bûn. Meşa Êzidiyan di roja 7. de ye. Êzidî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Federasyona Êzidiyan û pankartên ji bo şermezarkirina PDK û AKP'ê, heta niha bi 150 kîlometreyan meşiyan.
Meşvanên ku hunermend û jin jî di nav de hene, bi stranên xwe meşa dirêj bi moraleke mezin didomînin.
Êzidî wê sibe saet di 13:00 de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Brukselê mîtîngekê pêk bînin. Û bi rêya heyetekê dosyayek li ser daxwazên xwe radestî Yekîtiya Ewropayê bikin.