Meşa Dirêj a li Swêdê li Balafirgeha Arlandayê dest pê dike

Meşa Dirêj a li Swêdê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, wê îro saet di 09:00 de li Balafirgeha Arlandayê dest pê bike.

Çalakger wê danê êvarê bigihêjin Marstayê û serê sibehê jî ji vê derê berê xwe bidin Stockholmê. Saet di 17:00 de wê beşdarî mîtînga girseyî ya li navenda bajêr bibin û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar bikin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-S), ji ber salvegera 18. a komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn kir, ku li dijî komkujî û êrîşên rejîma AKP'ê beşdarî meşa dirêj û xwepêşandana li Stockholmê bibin.