BI DÎMEN

Meşa Dirêj a ber bi Strasboûrgê ve, didome

Çalakgerên Meşa Dirêj, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşa xwe ya ber bi Strasboûrgê ve didomînin.

Meşa Dirêj a bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" li Luksembûrgê ji aliyê 70 enternasyonalîst û nûnerên saziyên Kurdan ve hat destpêkirin, di roja dehemîn de ye. Çalakgeran ji bajarokê Wasseloneyê, meşa xwe ya azadiyê ji cihê mayî dewam kirin. Tê payîn meşvan îro bi qasî 27 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin Strasboûrgê.

Meşvanên azadiyê, danê sibehê di bin berfê de dest bi meşa xwe kirin û li her cihê jê derbas dibin, bi rêya belavokan li ser rewşa Ocalan û tecrîda şidandî agahiyê didin raya giştî.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK'ê tên hildan.

Bi nêzîkbûna Strasboûrgê re coşa çalakgeran zêdetir dibe. Ji gelek zimanan dirûşmên ji bo azadiya Ocalan tên qîrîn.