'Meşa Şoreşger' a 1'ê Gulanê wê diyarî Efrîn a berxwedêr bê kirin

"Meşa Şoreşger" a li paytexta Elmanya Berlinê, ku di dema pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de her sal bi rengekî kevneşop tê kirin, wê îsal i dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ji bo Efrîn a berxwedêr bê kirin.

Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ên Elmanyayê de wê îsal bal biçe ser şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşin. Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên Berlinê de bi beşdariya gelek komên çep 'meşa şoreşger' tê kirin. Hate eşkerekirin ku meşa îsal diyarî Efrîn û YPG/YPJ'ê hatiye kirin.

"Fahnenmeer-Block" (Bloka Alên Deryayê) li ser meşê daxuyaniyek da ku wê li Kreuzberg a Berlinê pêk were û got, "Em ê di xwepêşandana xwe ya îro de alên çi serdest, çi jî qedexe, hildin. Ji ber ku li gorî me hemû sembolên tevgera azadiyê ya Kurd meşrû ne."

Berdevkê blokê Tobias Feldner diyar kir ku qedexeyên li ser alên Kurd tiştekî pêkenok e û got, "Ya rast, divê her kes alên YPG û PKK'ê ku em ji DAÎŞ'ê parastin hildin."

Feldner ji rojnameya "Neues Deutschland" re axivî û destnîşan kir ku wê roja 1'ê Gulanê piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê careke din nîşan bidin. Feldner işaret bi nirxên Tevgera Azadiyê ya Kurd kir û got, "Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Ew jî mîna me daxwaza wekheviya zayendî dikin û civakeke ekolojîk diparêzin."

"Meşa Şoreşger" wê 1'ê Gulanê saet 18:00 li meydana "Oranienplatz" a Kreuzbergê dest pê bike. Tobias Feldner got, "Me bi rêya înternetê banga kir, ev têra me dike. Em ê bi taybetî neçin serî li polîsan nedin. Em ê mafê xwepêşandanê ku qanûn dide me, bi kar bînin."