Merkel bi ser ket lê ji koalîsyonê re ma

Merkel bi ser ket lê ji koalîsyonê re ma

Tevî ku kêm mabû bi tena serê xwe bibe desthilatdar jî, serketiya hilbijartinên giştî yên federal ên Elmanyayê Serokwezîr Angela Merkel û partiya wê CDU ye. Ji ber ku hevalbendê wê FDP nekarî bendê derbas bike, CDU "bê hevkar" ma. Partiyên Çep jî piraniya meclîsê bi dest xistin.

Partiya Alternatîf (AfD) a dijberê Euro ku dihat payîn di hilbijartinan de suprîzê çê bike, bi rêjeyeke kêm di binê benda hilbijartinê de ma. Partiya Çep (Dîe Lînke) jî li gel windahiya dengan jî, nîşan da ku ew partiya duyemîn a hilbijêrên çep e. Partiyên Çep, tevî xwedî piraniya hejmarên li parlamentê jî, koalîsyona navbera wan bi helwesta Partiya Sosyal Demokratan (SPD) ve girêdayî ye.

Di hilbijartinên giştî yên Elmanyayê de rêjeya beşdariyê li gorî hilbijartinên 2009'an 0,8 zêde bû û ji sedî 71,5 ê hilbijêran dengê xwe bikar anîn. Partiyên Yekitiya Xiristiyanan CDU û CSU ji sedî 41,5 ê dengan yanî 18 milyon û 150 deng stendin. Partiyên Yekitiyê rêjeya dengên xwe li gorî sala 2009'an 7,7 zêde kir û ji sala 1994'an û vir ve yekemcar e benda ji sedî 40 derbas dike.

SPD'ê jî 11 milyon û 20 hezar deng stend û di rêjeya ji sedî 25,7'ande ma. Tevî ku SPD'ê bi 2,7 pûnan rêjeya dengê xwe zêde kir jî, piştî têkçûna dîrokî ya hilbijartinên 2009, hilbijartineke din a herî nebaş jiya.

DÎE LÎNKE TEVÎ WINDAHIYA DENGAN JÎ PARTIYA SÊYEMÎN A MEZIN E

Daxwaza duyemîn a hilbijêrên çep Partiya Çep (Dîe Lînke) bû. Tevî ku Dîe Lînke bi 3,3 pûanan deng winda kir jî, di van hilbijartinan de ji sedî 8,6 ê dengan (3 milyon û 750 hezar deng) stend û di parlamentê de bû partiya sêyemîn a herî mezin. Partiya Keskan (Dîe Grunen) jî yek ji partiyên winda kiriye. Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 8,4 (3,7 milyon dengan) bû partiya çaremîn a derbasî Bûndestag bû.

Yê ku herî zêde di van hilbijartinan de winda kir Partiya Demokratên Azad (FDP) ku bi polîtîkayên xwe yên lîberal tê zanîne. FDP ji sedî 4,8 ê dengan bi dest xist û di dîroka xwe de yekemcar di binê bendê de ma. FDP'ê di hilbijartinên beriya niha de ji sedî 14,6'ê dengan wergirtibû.

Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) jî ku dihat payîn suprîze bike, ji sedî 4,7 ê dengan wergirt û bi rêjeyeke kêm di binê hilbijartinê de ma. Partiya Korsanan (Dîe Pîraten) jî ku di hilbijartinên 2011'an de cihê xwe di gelek parlamentên eyaletan de girt, di hilbijartinên giştî de bi tenê ji sedî 2,2 ê dengan bi dest xist. Partiya Netewperestê Elman ê dijminê biyaniyan (NPD) jî bi windahiya 0,2 pûanan bi tenê ji sedÎ 1,3 ê dengan stend. Rêjeya dengê partiyên din jî ji sedî 2,8 bû.

PARTIYÊN ÇEP LI PARLAMENTÊ XWEDÎ HEJMARA ZÊDE NE

Li gorî encamên ne fermî, ji bo Bûndestag a ji 598 kursiyan îsal 32 parlamentên zêde hatin hilbijartin. Partiyên ratgir (CDU-CSU, AfD, FDP) ji sedî 51 ê hilbijêran piştgirî dîtin. Ji ber ku FDP û AfD di binê bendê de man, piraniya hejmara li parlamentê ket destê partiyên çep. Li gorî vê yekê, ji bo Bûndestag a ji 630 kursiyî, CDU-CSU 311 parlamenter qezenç kirin.

Di parlamentê de SPD dê bi 192 kursiyan, Dîe Lînke bi 64 kursiyan û Partiya Keskan jî bi 63 kursiyan bên temsîlkirin. Her sê partiyên çep bi giştî xwedî 319 parlamenteran e û piraniya hejmara meclîsê ya di sala 2009'an de winda kiribûn, ji nû ve bi dest xistin.

DÎE LÎNKE JI BO HILBIJÊRÊN ROJHILATÎ BÛ NAVNÎŞANA YEKEMÎN

Serokwezîr Angela Merkel û partiya wê li qada  herêmî jî bû serketiyê hilbijartinê. SPD bi tenê li Hambûrg û Bremenê CDU li dû xwe hişt. Hevkarê CDU CSU li eyaleta Bavyerayê ji sedî 49,3 ê dengan bi dest xist û bi vî rengî li gelemperiya welêt dengê xwe yê herî baş wergirt. CDU li hin eyaletan ji sedî 42,7, li rojhilat jî ji sedî 37,9 ê dengan wergirt.

Dîe Lînke jî tevî windahiya dengan jî li Rojhilatê Elmanyayê bû navnîşana yekemîn a hilbijêrên çep. Dîe Lînke li 6 eyaletên Rojhilat bi giştî ji sedî 21,2 ê dengan bi dest xist, SPD jî xwe gihand rêjeya ji sedî 18,8'an. SDP bi tenê karî li paytext Berlîn û Brandenbûrgê Dîe Lînke derbas bike.

Li gelemperiya welêt Dîe Lînke dengê herî zêde li eyaleta Sachsen-Anhalt bi rêjeya ji sedî 23,9'an wergirt. Rêjeya herî kêm a dengan jî bi 3,8 pûanan ji eyaleta Bavyera bi dest xist.

EGER SPD BIXWAZE, HIKÛMETA ÇEP DIKARE AVA BIBE

Li dû encamên hilbijartinan Serokwezîr Angela Merkel der barê hevdîtinên koalîsyonê de ti şîrove nekir. Merkel diyar kir ku ewê ji îro û pê ve dest bi xebatan bikin. Namzetê SPD'ê Peer Steînbruck jî careke din dûbare kir ku ew li dij e ku partiya wan di koalîsyonek bi serokwezîrtiya Merkel de cih bigire. Ji Partiya Keskan jî der barê mijarê de daxuyaniyeke zelal nehat dayîn.

Koalîsyona çep a ji her sê partiyên li parlementê jî, ji ber helwesta dijberiya Dîe Lînke ya SPD û Partiya Keskan, zehmet e xuya dike. Der barê mijarê de lîderê partiyê Bernd Rîexînger axivî û diyar kir ku eger ew di mijarên mafên civakî, heqdestan û polîtîkaya derve de li hev bikin, ew ne li dij in ku bi SPD û Keskan re koalîsyonê bikin. Yek ji navê girîng ê partiyê Sahra Wagenknecht jî xwest, Dîe Lînke ji bo hevdîtina bi SPD re gava destpêkê neavêje û divê daxwaza koalîsyonê ji SPD'ê were.

YÊ KU BI MERKEL RE KOALÎSYONÊ BIKE, DIQEDE!

Nuqteyeke din a balkêş ku bi van hilbijartinan re derket holê ew bû, yên ji sala 2005'an û vir ve bi Angela Merkel û partiya wê CDU re koalîsyon kiriye, ji hilbijêran derbe xwariye. Angela Merkel a beşdarî bernameya Berlîna Rûnde ya li televîzyona ARD bû bibîr xist ku di navbera salên 2005-2009'an de SPD ya bi CDU re koalîsyon kir û di hilbijartinên 2009'an de FDP ya bi CDU re koalîsyon kir, ji hilbijêran derbeyên mezin xwarine. Moderatorê ARD li Merkel vegeriya û pirsa balkêş a "Gelo ji niha û pê ve partiyeke karibe cesaret bike bi Angela Merkel û CDU re koalîsyonê bike" li Merkel kir.

SPD'ê di koalîsyona çar salan de bû hem bû hevkarê polîtîkayên rastgirî yên CDU hem jî ji 2009'an û vir ve ji hilbijêrên çepgir şeqem xwar. FDP jî hem ji ber pirsgirêkên li nava partiyê hem jî ji ber sozên xwe yên dabû nekarî bicih bîne, ji aliyê hilbijêran ve hat cezakirin. FDP ya di sala 2009'an de ji sedî 14,6'ê dengan bi dest xist, bang li hilbijêrên mûxafazakar kiribû, lê Angela Merkel ji hilbijêrên xwe xwestibû her du dengan jî bidin CDU. Vê yekê jî roleke girîng lîst ku FDP bendê derbas neke.

Di medya Elman û forûmên sosyal de şîrove tê kirin ku du partiyên beriya niha bi Merkel de koalîsyon kiribûn di hilbijartinan de têk çûne, lewma kesê xwe nêzî koalîsyona bi Merkel re neke.