Meleyekî li Îzmîrê, li ser kesekî mirî ji ber ku Elewî ye, sela nexwend

Dema esnafê sûka Kemeralti ya Îzmîrê V.T. ê Elewî wefat kir, hevalên wî xwestin li mizgefta Kemeralti sela bidin. Lê belê meleyê vê mizgeftê got, "Li ser Elewiyan sela nayê xwendin" û ev yek red kir.

Dema esnafê sûka Kemeralti ya Îzmîrê V.T. ê Elewî wefat kir, hevalên wî xwestin li mizgefta Kemeralti sela bidin. Lê belê meleyê vê mizgeftê got, "Li ser Elewiyan sela nayê xwendin" û ev yek red kir.

V.T. ê Elewî, ku bîst sal in li sûka Kemeralti ya navçeya Îzmîr Konakê esnaftî dikir, di sibeha 21'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Hevalên wî yên esnaf û xebatkarên li kargeha wî, ji bo haya esnafên sûkê ji mirina wî çêbibe xwestin li Mizgefta Kemerali ya li kolana 866. a ser bi Miftitiya Konakê selayê bidin.

Tevî ku serlêdan bi awayekî nivîskî jî hat kirin, selaya diviyabû danê nîvro bihata xwendin, nehat dayîn. Gel çû mizgeftê û bi mele re axivî. Mele der barê nexwendina sela de got, "V.T. ti carî nehat mizgeftê ji bo nimêj bike. Selaya Elewî nayê xwendin." Li ser vê yekê mele û esnaf pev çûn.

Gel, rewş ji Miftîtiya Bajarê Îzmîrê re ragihand. Piştî ku Miftîtî bi mele re axivî, muezînê mizgeftê Mehmet Ûçaroglû li şûna sela, duayeke din xwend. Ûçaroglû piştî duayê qalê nekir ku wê cenaze rakin Mala Cem û gotina 'Bila rehma Xwedê lê be' jî negot.

Esnafên sûka Kemeralti nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û anî ziman ku muezîn li şûna dua selayê, tiştê ku xwendiye nehatiye fêmkirin.

CARA DUYEMÎN E RÛ DIDE

Hasan Aslan der barê bûyerê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tiştên li mizgefta Kemeralti der heqê Elewiyan de tê gotin, dema bavê wî wefat kir, bihîst. Aslan got, "Ez 30 sal in V.T. ê wefat kir, nas dikim. Em gelekî bi mirina wî êşiyan, lê belê tiştên me li mizgeftê bihîst, bêhtir em êşand. Bûyera ku îro qewimî, beriya niha jî bi serê min de hatibû. Ez li Şîrînyer a Îzmîrê dimînim. Dema bavê min ji nişka ve wefat kir, em ketin nava şoqê. Ji bo agahî ji heval û hogiran re bê dayîn û cih û dema rakirina ceza were ragihandin em çûn cem meleyê mizgeftê. Mele li wê derê ji me re got, 'dema sax bû qet nehat mizgeftê, selaya Elewiyan li mizgeftê nayê xwendin'. Bi vê gotinê re em cara duyemîn şoq bûn. Ji ber ku cenazeyê me li erdê bû me pê re nîqaş nekir û mijar birin ber destê dadgeriyê. Dema pêvajoya darizandinê destpê kir Miftîtî du caran hat mala me û xwest em giliyê xwe betal bikin. Me dev ji doza xwe bernedan û doz qezenc kir. Tazmînata me wergirt jî, me da Mala Cem."

'BILA BACÊ JI ME NEGIRIN'

Aslan da xuyakirin ku zîhniyeta 'Sela Elewiyan nayê xwendin' nabe bê qebûlkirin û got, "Bi bacên em didin re mesrefên û pêwîstiyên mizgeftê tên dayîn. Lê sela me jî naxwînin. Ev nêzîkatî me gelekî dixe nava fikaran. Ji bo cihên me yên îbadetê statu nayê dayîn, lê bacên me ji mele û mizgeftan re diçin. Ez ji vê gelekî aciz im. Em ê mijarê bişopînin."

...