Mele Nûrî: Destwerdana Barzanî li Rojava metirsîdare
Mele Nûrî: Destwerdana Barzanî li Rojava metirsîdare
Mele Nûrî: Destwerdana Barzanî li Rojava metirsîdare
Parlementerê Tevgera Goran yê berê li Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Abdulla Mele Nûrî da diyar kirin ku, gotina Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dibêje, Li Rojavayê Kurdistanê Şoreş nîne û Rêveberiya Demkî red dike helwestekî metirsîdare.
Parlementerê Tevgera Goran yê berê li Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Abdulla Mele Nûrî li ser malpera xwe yê tûra civakî fecabookê daxuyaniyekî nivîskî da û destnîşan kir ku, destwerdana Barzanî li Rojavayê Kurdistanê xetere.
Nûrî dide diyar ku, divê her kes ji bo nêzîkirina nêrîn û yekgirtina hêzên Kurdên li Rojava bi xebite û wiha bersiva daxuyaniya Barzanî ya li dîjî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku îdia kirî bû ‘li Rojavayê Kurdistanê Şoreş nîne û em Rêveberiya demkî napejirînin’ dide û dibêje; “Daxuyaniya Barzanî ya ku dibêje ‘Tu şoreş li Rojavayê Kurdistanê nine’ nerazîbûna Barzanî ji ber ragihandina Rêveberiya Demkî ye ku tê wateya destwerdaneke metirsîdar, eger PYD nebe mulkê siyasî yê Barzanî tê pejirandin. Xema serekî ya Barzanî, dixwaze deshilata wî ya siyasî û aborî li Rojava bi hêz bike, lê PYD wek astengî ji bo xwe dibîne.”
Nûrî got, divê helwesta Barzanî cidî be û mafê wî nîne kesekî bi xayîn û sîxûrê rejimê gunehbar bike.
Nûrî di dawam daxuyaniya xwe di tîne ziman ku, Rêveberiya Demkî pêngavek girînge û divê hemû aliyên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê li vê ezmûna nû ya Rojava bikin.