Mehmet Ocalan diçe Îmraliyê

Mehmet Ocalan diçe Îmraliyê

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên Bayram Kaymaz û Cumalî Karsu ji bo biçin Gireva Îmraliyê hatin Gemlîkê.

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên ji doza PKK'ê yên li Îmraliyê tên girtin ji bo hevdîtinê pêk bînin hatin navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û xwîşka Cumalî Karsu Pervîn Oduncu ji bo biçûn Girava Îmraliyê li Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê tên rawestnadin. Tê gotin ku piştî karên fermî bi dawîbûn dê malbatan bibin Girava Îmraliyê.

Li aliyê din çav lê ye ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re roja Çarşemê hevdîtinê pêk bînin dê sibê serlêdanê bikin. Parêzerên Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha bi hincetên "keştî xirabeye" û "rewşa hewayî" nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.