Meha Hezîranê 149 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Tendirûstî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG)’ê, eşkere kir ku di meha Hezîranê de herî kêm 149 karker mirine.

Meclîsa ÎSÎG'ê, rapora li ser mirina karkeran a meha Hezîranê eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku di meha Hezîranê de herî kêm 149 karker mirine û du karkeran jî ji ber nexweşiya pîşeyî jiyana xwe jidest dane. 

Di raporê de hat gotin ku meha Çile herî kêm 144, Sibatê herî kêm 128, Adarê herî kêm 129, Nîsanê herî kêm 188, Gulanê herî kêm 169 û Hezîranê jî herî kêm 149 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango di 6 mehên sala 2018’an de herî kêm 907 karker bûne qurbaniyên kar. 

Ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 9 jê jin in, 140 jî zilam in. Her wiha di raporê de hate ziman ku mirina karkerên jin di beşên cotkarî, bazirganî û starbûnê de pêk hatine. 

Di raporê de hat ragihandin ji kesên jiyana xwe ji dest dayî, 2 jê 14 salî û jêra wê, bi giştî 6 zarok in. her 6 zarokên jiyana xwe ji dest dayî jî penaber in. 

BÎLANÇOYA 2017’AN

Li gorî rapora mirinên kar a  Meclîsa ÎSÎG’ê ya 2017’an, seranserê salê 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye.