Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê wî wêneyî ji bîr nekin

Meclîsa Jinan a HDP’ê da diyarkirin ku bi rêya posteyê şandina cezayê gerîla li dijî mirovayetiyê ye û got, “Em ê dengê xwe li hember polîtîkaya şer û zilma desthilatdaran bilind bikin.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê di derbarê wehşeta ku cenazeyê gerîlayê Şehîd Egîd Îpek bi rêya postayê şandina ji bo malbatê daxuyaniyek nivîskî da.

‘PÊKANÎNEK LI DIJÎ MIROVAYETIYÊ YE’

Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP’ê bi vî şêweyî ye:

“Di van rojên ku koronavîrûs bandorê li ser jiyana me dike, ji bo ku mirinên zêdetir çênebin desthilata AKP’ê ya ku banga ‘Di mal de bimine’ kir, polîtîkaya xwe ya zilm û tunekirinê berdewam dike.

Mînaka vê ya herî dawî; Me dît ku cenazeyê gerîlayê PKK’ê Egîd Îpek yê di 23’ê Gulana 2017’an de li Girê Xalasor a ku girêdayî navenda Dêrsimê şehîd ketî, bi rêya postayê ji bo malbata wî hate şandin. Li gorî dayîka Halîse Aksoy a ku çuyî cenaze bigere dayî diyarkirin; ‘Dema ku ez çûm Edliyeya Amedê min pirs kir ‘Êmanet çi ye’ gotin, ‘Hestiyên we hatine, di nava qutiyê de ye’.

‘JIN WÊ VÎ WÊNEYÎ JI BÎR NEKIN’

Yên ku vê li jin û dayîkên Kurdan didin jiyankirin bila bizanin ku em jin vî wêneyî ji bîr nakîn. Em dengê xwe li dijî desthilata zilam a şer û polîtîkaya zilmê yê ku bûne sedemê vê êşa zarokên dayîkan bilind bikin; em wê ne siyasata mirinê, ya jiyanê berdewam bikin.

Bi ti şêweyî qanun nikare vê îzah bike ku vê pêkanînê weke ji bo parastina tenduristiya mirovan dibînin, Wezîrê Karûbarên Hundir yê ku banga ‘Di mal de bimîne’ kirî berpirsê van wêneyan e.”