Meclîsa Jinan a HDP’ê: Civaka Êzidî bi xwerêxistinkirinê li ser pêyan ma

Meclîsa Jinan a HDP’ê di salvegera qirkirina Êzidiyan de diyar kir ku êrîş ji aliyê çeteyên dewleta Tirk didome. Meclîsê got ku “Bila 3’ê Tebaxê bibe Roja Çalakiyên Navneteweyî ya li dijî Qirkirina li ser Jinan.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Îro salvegera 6’emîn a qirkirina li ser Êzidiyên li Şengalê ye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, bi hezaran Êzidî qir kir, wê rojê 6000 jin û zarok dîl girt, 400 hezar Êzidî jî bi darê zorê da koçkirin.”

‘ÊRÎŞ JI ALIYÊ ÇETEYÊN TIRKIYEYÊ TÊ DOMANDIN’

Jin û zarokên dîl hatin girtin, li bazaran hatine firotin û li ser wan hatiye ferzkirin ku bila dînê xwe biguherînin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi taybetî li ser jinên Êzidî ev tişt pêk anî, di şexsê jinên Êzidî de xwestin îradeya jinan teslîm bigirin.

Ev êrîş bi destê çeteyên ku desthilatdariya AKP û MHP’ê piştgiriya wan dike îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê domandin.

Di 11-12’ê Adara 2017’an de li Elmanyayê Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî hatibû lidarxistin. Di vê konferansê de hatibû diyarkirin ku ji bo azadkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê divê têkoşîneke navneteweyî were kirin, di vê çarçoveyê de divê 3’ê Tebaxê bibe Roja Çalakiyên Navneteweyî ya li dijî Qirkirina li ser Jinan. Ji bo ku vê qirkirina li ser jinan dubare nebe divê têkoşîn were geşkirin.

XWE BI RÊXISTIN KIRIN JI HEMÛ JINAN RE BÛN MÎNAK

Di dîrokê de 73 caran li ser civaka Êzidî qirkirin hatiye kirin. Lê civaka Êzidî îro li Çiyayê Şengalê îradeya xwe ya kolektfîf danîn holê, meclîsên xwe yên gel û jinan ava kirine. Jinên Êzidî xweparastina xwe bi rêxistin kirine, ji hemû jinên bindest û gelên cîhanê re bûne mînak. Em careke din vê têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye jî.”