Meclisa Gel ya Grazê kongreya xwe pêkanî

Meclisa Gel ya Grazê kongreya xwe pêkanî

Li bajarê Graz yê Awûstûryayê duh Meclisa Gel 5’mîn Kongreya xwe ya asayî pêkanî. Kongre duh di demjimêr 14’an bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin.

Li bajarê Graz yê Awûstûryayê meclisa gel 5’mîn Kongreya xwe ya asayî pêkanî. Di kongreya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, pêşketinên siyasî hatin nirxandin. Di kongreyê de rolê ku şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe jidest dayîn Tekoşîna Azadiya Kurd anîn vê astê nirxandin û hate diyarkirin ku, pêvajoya çareseriyê wek ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşdîtin kir di meşe.

Di kongreya ku rapora salekê ya faliyetê Meclisa Gel ya li Grazê hate xwendin û nirxandin, endamên nû yên meclisê hatin hilbijartin. Weke salên borî dîsan Meclisa Gel ya Grazê dê xwe bi awayî 8 komîsyonên cûda rêxistin bike.