Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ji delegasyona YE re Kobanê vegot

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ji delegasyona YE re Kobanê vegot

Heyeta Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, ji delegasyona Yekîtiya Ewropa (YE) re çavdêriyên xwe yên Kobanê vegot. Heyetê got, "Şerê li Kobanê şerekî ewçend dijwar e ku dikare hemû hevsengiyên li herêmê ser û bin bike" û ji Tirkiye û welatên Ewropayê xwest, ku polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan di ber çavan re derbas bikin.

Ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Sema Solakli û Îmam Canpolat, bi delegasyona Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirin.

Tahmaz di pêşkêşiya xwe ya ji bo Şêwirmend û Seroka Beşa Karên Siyasî ya Delegasyona YE ya Tirkiyeyê Ireneusz Fidos de, der barê serdana xwe ya li Kobanê de agahî da.

Tahmaz diyar kir ku li Kobanê, Pirsûs û wargehên din ên herêmê drameke mezin a mirovahiyê tê jiyîn û got, "Tevahiya cîhan û mirovahî, li komkujî, hovîtî û dagirkeriya rêxistina terorê DAIŞ'ê di weşana zindî de temaşe dike."

Tahmaz destnîşan kir ku temaşekirina li rewşa Kobanê, bêdeng mayîn û xemsarî hêzê dide DAIŞ'ê û berxwedêrên Kobanê qels dike.

Tahmaz ragihand ku ev bêdengî dibe sedem ku rêveberî û gelê Kobanê yên li ber xwe didin bawer dikin, ku di serî de hikûmeta Tirk gelek welatên herêmê û Ewropa destekê didin DAIŞ'ê.

Tahmaz diyar kir ku gelê berxwedêr dibêje, "Ew ne tenê li hemberî rêxistina terorê DAIŞ'ê şer dikin, di heman demê de li dijî mejiyê paşverû yê dixwaze sîstema şerîatê bide rûniştandin, şer dikin."

Tahmaz her wiha bal kişand ser agahiyên şaş ên rayedarên dewlet û hikûmetê li çapemeniyê belav dikin û destnîşan kir ku berevajî daxuyaniyên rayedaran ne 160 hezar penaber, herî zêde 60 hezar Kobaniyî derbasî Tirkiyeyê bûne û li cem xizmên xwe dimînin.

'POLÎTÎKAYA TIRK WEKE GEF Û REWŞA ŞER TÊ FÊMKIRIN'

Tahmaz da zanîn ku daxwazên hikûmeta Tirk ên herêma ewle, herêma tampon û daxwaza şandina leşkeran ji bo derveyî sînor ku di rojeva Meclîsê de ye, ji aliyê gelê herêmê ve weke gefekê, rewşa şer tê fêmkirin.

Tahmaz diyar kir ku divê nêzbûna demsala zivistanê li ber çavan were girtin û ji bo rawestandina DAIŞ'ê tevgereke lezgîn were kirin û got, "Şerê li Kobanê ewçend dijwar e ku dikare bandorê li tevahiya herêmê bike û hevsengiyan ser û bin bike. Beriya her tiştî Kurd di wê baweriyê de ne ku ev şer şerekî topyekûn ê li dijî wan e. Ji aliyê hestewariyê ve ev yek rê li ber bingeheke qutbûnê vedike." Tahmaz destnîşan kir ku girîng e bi rêveberiya Kantonê re diyalog û hevkarî bê kirin.

'POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN DER HEQÊ KURDAN DE DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN'

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz da xuyakirin ku divê Tirkiye û welatên Ewropayê polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan di ber çavan re derbas bikin û got, "Divê were dîtin ku ji bo avakirina aştiya bi Kurdan re polîtîkaya 'ji hev cihê bike û birêve bibe' êdî derbasdar nîne. Pêwîste polîtîkayên baweriyê zêde dike, bên meşandin. Rêya yekane ya vê yekê jî bi pêş ve birina demokrasî û azadiyê ye. Divê hevdîtinên pêvajoya çareseriyê derbasî muzakereyê bibin."