Meclisa Aştiyê ya Ewropayê: Paket tenê mijolkirine

Meclisa Aştiyê ya Ewropayê: Paket tenê mijolkirine

Meclisa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê daxuyaniyek weşand û got, “paketa demokratîk” ya AKP’ê bersiv neda bendewariyên gelê Kurd. Di paketa ku Erdogan bidengek mezin aşkera kir, di rastiya xwe de pêngavên pêwîstbûn bên avêtin, sererastkirinên bêne kirine nehatin kirin, tenê çend guhertinên sembolîk, çav boya kirinek hatiye kirin.

Daxuyaniya ku Lijneya Rêveberiya Meclisa Demokrasî û Aştî ya Ewropayê dayî anî ziman ku, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Newroza 21’ê Adarê û vekişîna gerîlayan, 90 roje ne pevçûnek û ne jî agahiya mirinekê hatiye, ev hêviyên aştiyê bilind dike, lê balkişande ser ku dewletê di vê pêvajoyê de li hemberî daxwazên demokratîk pêkanînên tundiyê dewam kirine.

Daxuyaniya ku têde hate gotin, li şûna ku hikumeta AKP’ê pêngavan biavêje, paketekî bendewariyan pêşwazî neke aşkera kir û wiha got:

“Hate dîtin ku, paket razemeniyek ji bo hilbijartinê hatiye kirin. Di rastiyê de canê mirov û mafên bingehîn ew qas binirxin ku pêwîste nebin malzemeyê hilbijartinê.

Ji ber vê sedemê paketa ku ji aliyê Erdogan ve bidengek mezin hate aşkera kirin, mixabin ji aliyê saziyên Yeketiya Ewropa (YE) û welatên Ewropayê ve erênî hate nirxandin, di paketê de pêngavên ku pêwîstbûn hatiban avêtin û sererastkirinên hatibana çêkirin, bi guhertinên sembolîk û çav boya kirinê hatine duristkirin.”

Meclisa Aştiyê balkişande ser ku, hikumet “bazirganiya hêviyan” dike, pakêta ku ji bilî mijolkirinê tiştek din îfade nake weke ‘şoreşek’ binavkirine. Paketa ku li şûna pirsgirêkan çareser bike, xwedî naverokekî paşdexistinê û razemeniyeke hilbijartinê ya piştgiriyê dide AKP’ê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Paketa Demokratîk” ya Serokwezîrê Tirk Erdogan, di serî de ji bo gelê Kurd, Elewî, kêmenetew û kedkaran tiştek valeye û henekê xwe pê dike. Hate gotin ku, “Meclisa me ya Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê di wê fikrê de ye ku paket daxwazên gelê me pêşwazî nake.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, “Ji bo birast Tirkiyeyekî demokratîk bête avakirin, di tekoşîna hemû gelan ya wekheviya bawerî û bi hev re jiyankirinê, em dê ji niha û şûn ve jî ji Ewropayê biberdewam piştgiriyê bidin. Em dê tekoşînê mil bi mil bidin meşandin. Em dê guhê xwe nedin di serî de saziyên YE, dewletên Ewropa, gotinên çapemeniyê ên AKP û Erdogan, em dê guhê xwe bidin muxabatên rastîn ên vê pirsgirêkê, hêzên demokratîk, Kurd, Elewî.”