Meclisa aştî û demokrasiyê piştgirî dan greva Brukselê

Meclisa aştî û demokrasiyê piştgirî dan greva Brukselê

Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, piştgirî da greva birçîbûnê ya ku mexdurên îşkenceyê li Brukselê dabû dest pêkirin. Hat xwestin ku îşkencekar Sedat Selîm Ay ji peywirê bê girtin.

Ajansa Nûçeya ya ETHA ji ber ku der barê sûcên ku cigirê Midûrê Midûriyeta Polîsan Sedat Selîm Ay de nûçe çêkir, bû hedef û bi armanca piştevaniya ajansa ETHA’ li Brukselê greva birçîbûnê hat destpêkirin û grev ket roja 6’emîn.

Lijneya Rêveber a Meclisa Aştî û Demokrastiyê ya Ewropayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgerên grevê.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku ew wek ABDEM’ê îşkencekar, kujer û tecawizkar Sedat Selîm Ay ku bi dehan carî li DEMM’ê hatiye mahkumkirin şermezar dikin û hat xwestin dozên li ETHA’yê hatine vekirin jî şermezar dikin. Her wiha got gotin ku ew bi mexdurên îşkenceyê re di nava piştevaniyê de ne.