Meclîsa Astengdaran: Me veder nekin!
Meclîsa Astengdaran: Me veder nekin!
Meclîsa Astengdaran: Me veder nekin!
Meclîsa Astengdaran a Amedê, li Parka Jiyaneke Bêasteng daxuyaniyek da û xwest ku civak bo ku nêrîna xwe ya nezanî ya derbarê astengdaran de biguhere bê perwerdekirin.
Meclîsa Astengdaran a Yerel Gundem 21 a Amedê, bi boneya hefteya astengdaran li Parka Jiyana Bêasteng a a Evdalê Zeynikê ya Şaredariya Baglarê ji bo bibêjin “Astengdaran Veder û Deralî Nekin” daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Midûra Şaxa Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin Keziban Demir, endamên Civata Astengdarên Yenişehrê, Civata Astengdarên li Amedê û Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Astengdarên Navneteweyî a Şaxa Amedê Erdal Satiliş beşdar bûn.
Arzu Egurel li ser navê Civata Astengdaran duxayanî xwend û da zanîn ku civatê ji ber şer, qeza û hinek jî bi xwedêdana xwe re astengdar dibin, ev hejmar her roja diçe di civakê de zêde dibe û got, “Ji ber vê jî astengdaran nikarin beşdarî jiyana civakî bibin û jiyaneke baş bidomînin.” Ugurel weha axivî:
“Mixabin di tevahiya civaka me de nêrîneke nezane ya ji bo astengdaran serdest bûye. Ev nêrîneke dûrî zanistê ye. Astengdariyê an wek encama gunehekê, an bêsiûd û bêêxbalî an jî weke çarenivîs dibînin. Astengdar bi pirsgirêk û çarenûsa xwe re têne hiştin. Astengdarî, weke ku tiştekî cihê şermê be tê nîşandayîn û deralî civakê têne hiştin. An jî dilê xwe bi wan dişewitînin. Ev nêrîn hem kesên astengdar diêşîne hem jî exlaqê civakî genî dike.”
Divê civak bê perwerdekirin
Ugurel, aşkere kir ku kesên cihêwaz ji bo li jiyana civakî bêne entegrekirin bar dikeve ser milê her kesî û weha domand, “Ji ber vê jî, bi taybetî pir girîng e ku astengdar di her warê jiyanê de bêne entegrekirin. Divê civak di vî warî de bête perwerdekirin û bibe xwedî zanyarî da ku bi pirsgirêkên astengdaran bihesin.
Her dawîn Ugurel daxwazên astengdaran di bin 15 sernavan de aşkere kirin û bal kişand ku civak li hemberî pirsgirêkên wan baldar û hestyar be.