Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Meclis Tv sansûr danî ser Parlementer Sariyildiz û Aktaş

Meclis Tv sansûr danî ser Parlementer Sariyildiz û Aktaş

Meclis Tv, di hevditina butçeyê ya Koma BDP'ê de wêneyên parlamenterên BDP'ê yên girtî ku danîbûn ser kursiyê sansûr kir. Wekîl Koma BDP'ê Pervin Bûldan bertek nîşan da û diyar kir ku, ev pêkanîn li gorî sincê weşan û meclîsê ye.

Duh li meclîsê di hevdîtina Pêşnûmeya Lijneya Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2013'an de nerînên 6 parlamanterên BDP'ê yên girtî jî li kursiyê hatin xwendin. Dema nêrînên parlementerên BDP'ê yên girtî li kursiyê nehatin xwendin, wêneyên parlamenterên girtî li kursiyê daliqandin. Dema wêne hatin daliqandin û nivîsên parlamenterên girtî hatin xwendin Meclis Tv wêneyên parlamenterên BDP'ê sansûr kir.

Wekîla Koma BDP'ê û Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervin Bûldan, bertek nîşanî helwesta Meclis Tv da û diyar kir ku, ev yek ne li gorî sincê weşanê û meclîsê ye. Buldan anî ziman ku, li gorî agahiya gihişt destê wan dema Hasip Kaplan û Nazmî Gur di axivîn Meclis TV wêne sansûr kirin. Bûldan xwest wekî hev nêzî hemû koman bibe û cudahiyê nexe nava wan. Bûldan ji Serokê Meclisê xwest ku Meclis Tv hişyar bike û helwesta xwe rast bike.

Meclis Tv duh dema nameyên Faysal Sariyildiz u Kemal Aktaş ji aliyê Parlamanter Hasip Kaplan Nazmî Gur ve hatibû xwendin, wêneyên parlamenteran hatibûn sansûrkirin.