Meclîs bi pêşniyara AKP'ê heta 1’ê Cotmehê ket betlaneyê!

Meclîs bi pêşniyara AKP'ê heta 1’ê Cotmehê ket betlaneyê!

Têkildarî mijara heta 1’ê Cotmehê Meclîs bikeve betlaneyê bi pêşniyara AKP’ê hat qebûlkirin.  

Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê di serokatiya Serokwekîlê Meclîsê Sadik Yakut de civiya. Di desteya giştî de destpêkê pêşniyara AKP’ê ya têkildarî Meclîs heta 1’ê Cotmehê bikeve betlaneyê hat destgirtin. Pêşniyar bi dengên AKP'yiyan hat qebûlkirin. Li gorî pêşniyara komê wê Meclîs îro têkildarî erêkirina hin pêşnumeyan bixebite dema ew pêşnume îro bên qebûlkirin wê Desteya Giştî 14’ê Tîrmeha 2013’an roja Yekşemê kom nebe. Û wê Meclîs li ser esasê 1’ê Cotmeha 2013’yan Roja Sêşemê saet 15.00’an bicive, bikeve betlaneyê.