‘Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin’

Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel ji Girtîgeha Kocaelî ya Kandirayê ya ji Tîpa F’yê ya bi Nimroya 1’ê nameyek şand.

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel ji bo 25’ê Mijdarê Hevgirtin û Têkoşîna dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî peyman da jinan û got, 25’ê Mijdarê jin ji bo ku jiyaneke wekhev, aştî û dinyayeke azad li qadan in.

Di nameyê de hate gotin, "Em jinên di zindanan de, ji mekanên ku tundiya zilêm-dewletê bi rengekî herî sîstematîk tê jiyîn deng didin, dengê jinan. Em hemû jinên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi hezkirin slav dikin."

HEMÛ JINÊN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SLAV DIKIN

Tûncel di nameya xwe de diyar kir ku tevgerên jinan ên li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye li dijî komkujiya li jinan û ji bo têkoşîna dijî şer were dîtin û hevgirtina jinê were geşkirin bang dikin û got, girîng e ku her kes ji baskê xwe ve bersivê bide vê bangê. Di dewama nameya Tûncel de hat gotin: "Em jinên di zindanan de, ji mekanên ku tundiya zilêm-dewletê bi rengekî herî sîstematîk tê jiyîn deng didn dengê jinan. Em hemû jinên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi hezkirin slav dikin."

'JIN NEÇAR IN KU JIYANEKE ALTERNATÎF AVA BIKIN'

Tûncel di nameya xwe de got heta ku di qada polîtîk de serkeftin nebin di di qadê de serkeftin ne pêkan e û diyar kir arîşeya azadiya jinê polîtîk e. Tûncel her wiha diyar kir ku yek ji sedema sereke ya krîza modernîteya kapîtalîst ji tine ve dîtina jinê ye û got li dijî pergala hiyerarşîk, desthialdarîxwaz, yekparêz a zilam-serweriyê divê têkoşîn were dayin û jin bi perspektîfa azadîxwaz a pergala wan a jinê xwe rêxistinî bikin û neçar ku alternatîfa jiyana nû bidin ber mirovahiyê. 

Tûncel got 25’ê Mijdarê mîrateya Xwîşkên Mîrabel e û jinên dinyayê yên ku li vê mîrateyê xwedî derdikevin divê hev bigirin û jiyana azadîxwaz a jinê ava bikin.

'AKP-MHP TIŞTEKÎ NADE JINAN'

Tûncel bal kişande ser tundî û zilma li ser jinê û got divê li dijî van polîtîkayên tundî û zilmê xeta têkoşînê were hilbijartin û desthilatdariya AKP-MHP’ê tiştekî nadin jinan. Tûncel bal kişande ser zêdebûna komkujiya li ser jinan, bêewlebûna kuçeyan a ji bo jinan, zarokan, her wiha hejariya jinan a di qada aborî de destnîşan kir û bang geşkirina têkoşînê û azadiyê kir.

'TIRKIYE JI BO JINAN NE DEVEREKE EWLE YE'

Tûncel diyar kir ku Tirkiye ji bo jinan ne devereke ewle ye û got heke mafê jiyanê ya jinan ne ewle be mirov dikare siberojeke çawa bisêwirîne. Tûncel got polîtîkayên şer herî pir bandorê li jinan û zarokan dikin û ji bo ve jî divê jin derkevin kuçeyan û li dijî şer aştiyê bixwazin.

'DIVÊ JIN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER DERKEVIN'

Tûncel bi domdarî bal kişande ser têkbirina pêvajoya çareseriyê ya ji hêla AKP’ê ve û got, "Ên  ku maseya muzekereyê qulibandin û Tirkiyê ber bi kaos û krîzeke ku pêşbîniya wê nayê kirin ve dibin, hatine asteke wiha ku êdî nema dikarin welêt bi rê ve bibin. Zemîna wê hişmendiya ku Tirkiyê ber bi kendalan ve birine ew polîtîkayên bi dijminatiya Kurdan e. Ev rewş bandorê ne tenê li Kurdan, li hemû gelên Tirkiyê dike. Ji bo vê jî girîng e ku jin ji polîtîkayên şer bibêjin êdî bes e, pêşengiya vê bikin û mafê xwe yê jiyanê û siberojê biparêzin."

Tûncel bi domdarî bal kişande ser berxwedaniya jina Kurd û got, "Em jinên Kurd bi salan e bi gelê xwe re li dijî zilmê me li ber xwe da, em têkoşiyan û hê jî li dijî her cure hînbûnê ji ber pergala zilam-serwer a li ser jinê, li dijî vê hişmendiyê û tundiyê em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin."

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel herî dawî got: "Hemû jinên ku di têkoşîna dijwar û domdirêj de cihê xwe digirin bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Ji ber 25’ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî em piştevanên jinan in."