Mazlum-Derê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan daxuyanî da

Mazlum-Derê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan daxuyanî da

Serokê Şubeya Mazlum-Der ya Amedê Abdurahim Ay diyar kir li seranserê Tirkiyê di girtîgehan de di serî de 154 girtiyên rewşa wan giran 526 girtiyên nexweş û ceza xwarî hane. Girêdayî rewşa van pêwiste nûbûnek bê çêkirin.

Endamên Şubeya Mazlum-Der li pêş girtîgeha Tîba E ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyekî çapemeniyê li darxistin. Li ser navê girseya ku civiyan daxuyanî serokê Şubê Abdurrahim Ay xwand. Ay got : “Li Tirkiyê, li rexmê ku jiyan kirina li gel paketên demorasiyê, hîna ji bo nexweşên ku di girtîgehan de ketine rewşa kangren ku ji bo rûmeta mirovahiyê hîna çareseriyekî nehatiye dayîn, şertû mercên girtîgehan ketine rewşekî girtîgehekî cûda. Tenê di mehên derbaz bûyî de li Girtîgeha Tîba D ji saziya înfazê li gel hinek hevdîtinên ku me kirîn jî di derbarê pirsgirêkên ku  tevayê girtîgehan tên jîn, dîsan li girtîgehan tabloyekî xerab derdikeve holê, gihiştiye astekî herî xeter.”

Ay ku diyarkir li gorî zanyariyên objektif li girtîgehan nêzî 154 jê giran 526 girtiyên nexweş hene û got ku di ‘paketa demokratîkbûnê’ ya ku dawiyê hate eşkere kirin, girêdayî rewşa girtiyan gavek ne hate avêtin û ev yek di civakê de bê hêviyek mezin çêkir.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên Mazlum-Der protestoya bi çepikan belav bûn.