Maya Angelou xelata xwe ya tevahiya jiyanê wergirt
Maya Angelou xelata xwe ya tevahiya jiyanê wergirt
Maya Angelou xelata xwe ya tevahiya jiyanê wergirt
Hunermend û nivîskara navdar ya Amerîkî Maya Angelou ji aliyê navenda Norman Mailer ve, hêjayî ‘xelata tevahiya jiyana xwe’ hate dîtin.
Angelou bi kursiya xwe ya bi teker ve beşdarî merasîmê bû. Di merasîmê de Angelou axaftinek kir û wiha got: “ Bi hizirin ez li cihek wisan ji dayîk bûm û mezin bûm ku, li wê derê reşikan ne dikarin dondurmayên vanîlya bixwin.”
Maya Angelou yek ji wan kesane yên ku bi biyografiya xwe ya zarokatî û ciwantiya bixwe nivîsandiye tê naskirine. Li gel vê Martîn Luther King û Malcolm X ji bo mafên reşikan, mafên mirovan gelek têkoşîn û xebat meşandiye. Angelou yekem kesa Afro- Amerîkayiye ku bi biyografiya xwe ya bi navê “çûka di qefesêde çima wekî şakir bizanim.” Têde behsa jiyana xwe ya taybet dike nivîsandiye.
Angelou ya 85 salî,tevahiya jiyana xwe berdevkiya reşikan û jinan girtibû ser milê xwe û di heman demê de jî wekî yek ji parastvanên çanda reşikan tê qebul kirin.