MARDEF’ê di salvegera yekemîn de qurbaniyên erdhejê bi bîr anî

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) bi wesîleya salvegera yekemîn a erdheja par, qurbaniyên erdhejê bi bîr anî.

MARDEF’ê di peyama xwe de diyar kir ku dewlet di bin kavilan de ma û got: “Bi taybetî ji bo rizgarkirina kesan, dewlet li tax û gundan nedixuya.”

MARDEF’ê destnîşan kir ku bi hev re ketina liv û tevgerê, çareseriya zehmetiyan e û got: “Weke malbata MARDEF divê em di pêvajoyên zehmet de bên ba hev û alîkariyê bidin hevdû. Em di salvegera yekemîn a erdhejê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînin, ji yên sax mayî re jî hêz û hêviyê dixwazin.”