MARDEF: 2’yê Tîrmehê mirovahî şewtandin

MAFDEF, rewşenbîrên 2’yê Tîrmehê di Qetlîama Sêwazê de hatibûn qetilkirin bîbîr anî, bal kişand ku dewletê di qetlîamê de rast e rast rol lîstiye.

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) ji bo salvegera 2’yê Tîrmehê Qetlîama Sêwazê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “2’yê Tîrmehê mirovahî hate şewitandin.” MARDEF’ê diyar kir ku kujerên ku dema yên li nava otelê asê mabûn dişewitandin, hêzên fermî yên dewletê, çawa ku nebûn asteng, her wiha di asankirina karê kujeran de bûn xwedî rol.

MARDEF got: “Heta ku mirovahî hebin wê bên bibîranîn, ew nayên jibîrkirin. Yên ku ew şewitandin jî wê di dîtokê de tim bi lenehtê bên vegotin.”