Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger li Rezanê hat bîranîn
Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger li Rezanê hat bîranîn
Mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger li Rezanê hat bîranîn
Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a ser bi Şaredariya Rezana Amedê, ji bo mamosteyê Kurd Ferzad Kemanger ê 9’ê Gulana sala 2010’an hat darvekirin, merasîmeke bîranînê lidar xist.
Di merasîma li Salona Civînê ya Mala Piştigiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, Alîkara Şaredara Rezanê Yuksel Aslan Acer, endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveberên MEYA-DER’ê, mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, şagirt û gelek welatî amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Hev-Koordînatorê Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, Tahîr Saçaklidir kir.
Saçaklidir got, "Ji ber mamostetî û Kurdbûyîna xwe, gelek peyvên hene ku werin gotin“ û weha axivî; "Vaye Ferzad Kemanger, ji ber van herdu taybetmendiyên xwe, ji bo pêşî li zarokên gelê xwe veke û lêgerînerên rastiyan bigihîne, kincekî ji agir li xwe kir. Ferzad rêber û mamosteyeke, ku di rêya nirxên pê bawere, jiyana xwe feda kir. Divê li bîranîna wî xwedî were derketin.“
Li dû Saçaklidir, ji mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdeyê Irmak Aktaş Yildirim jî, der heqê jiyana Ferzad Kemanger de hin nuqte anî ziman. Yildirim bal kişand ser jiyan, sekin û têkoşîna Kemanger û diyar kir, ku divê jiyana wî mînak bê girtin.
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyana ciwanê Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, hat nîşandan. Dûre, şagirtên Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a ser bi Şaredariya Rezan a Amedê, helbestên li ser Ferzad Kemanger û nameya wî xwendin. Paşê koroya ji şagirtên Mala Piştigiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger derket ser dikê.
Bi îddîaya hevkarî bi tevgera Kurd a li dijî rejîma zordar a Îranê kiriye, Ferzad Kemanger di Gulana sala 2006’an de hatibû girtin û bi hevalên xwe yên mamoste Elî Heyderîan û Ferhad Wekîlî, aktîvîsta jin Şîrîn Elem Hûlî û mûxalîfê Îranî Mehdî Eslamîan, di 9’ê Gulana sala 2010’an de li girtîgeha Evîn a li Tehranê hatin darvekirin. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi raporên xwe eşkere kiribû, ku Kemanger di dema girtÎ de li êşkenceyên giran rast hatibû.