Malpera DÎHA'yê cara 9'an hat astengkirin

Serokatiya Ragiahndinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB), malpera DÎHA'yê cara 9'an girt.

Serokatiya Ragiahndinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB), malpera DÎHA'yê cara 9'an girt.


Bi fermana Midûriyeta Giştî ya Karên Ewlehiyê ya Serokwezaretiyê malperên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ên "www.diclehaber.com, www.diclehaber.com.tr, wwww.dihanews.net, www.dihanews.com, www.diclenews.com, www.diclenews.org, www.diclehaber.info û www.diclenews.info" ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hatin girtin û di nîvê şevê de sîteya " www.diclenews.info" jî hat girt.

Bi girtina navnîşana dawî ya DÎHA'yê heta niha 9 caran hat girtin. Astengiyên bi ferman Serokwezaretiyê bi destê TÎB'ê ve vegeriya qedexeya fîlî. DÎHA li gel hemû qedex û sansuran xebatên xwe û weşana xwe didomîne.