Malên Elewiyên Meletiyê deq kirin: Şêniyên taxê gumanê ji polîsan dibin!

Li Meletiyê 13 malên Elewî deq kirin. Elewî ji bûyerên polîsên Tirk berpirs dibînin û gotin, ‘em ê li ber xwe bidin.’’

Li Meletî, li taxa Cemal Gursel, li kuçeya Gokalpê 13 xaniyên Elewiyan hatin bi rengê sor hatin deqkirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku sibehê polîs hatin lêkolîn kirine û wiha gotin:

‘’Haya me ji îşaretan nebû. Polîs sibehê zû hatin malên me, li ser mijarê em agahdar kirin. Li gel ku malên me hatibûn deqkirin jî cara pêşî ji polîsan agahiya me jê çêbû û ev jî rewşeke balkêş e. Biya me polîsan wiha kiriye. Divê di cih de ev bûyer were ronîkirin heke wiha nebe em ê polîsan berpirs bibînin.’’

 ‘EM Ê BAWERIYA XWE BIDOMÎNIN’

Serokê Şûbeya Komeleya Pîr Sultan (PSDK) Mehmet Topal jîg ot, ‘’Ji niha û pê de wê çi komkujiyê bi ser Elewiyan de bînin ji niha de em pê dizanin. Em Elewiyên ku hewl tê dayin jiyana me, felsefe û baweriya me bikin qalibekî dî de ne mecbûr in ku li gorî baweriyên dî bijîn. Em ê çand û baweriya xwe bijîn û bidin jiyîn.

‘POLÎSAN ŞIK BI ME RE ÇÊKIR’

Topal diyar kir ku Elewî tim dixwazin aştiyê ava bikin û li gel hemû êrîşan jî ji berxwedanê nehatine xwarê û got li hemberî deqkirina malên wan ew ê bêdeng nemînin. Topal got, ‘’Bêyî ku haya şêniyên taxê jê hebe lêkolînkirina polîsan a li van deran şik bi me re çêkir û bûyerke watedar e. Ji bo vê em Elewî dixwazin ku rayedar demildest li ser vê rewşê daxuyaniyê bidin û kiryarên wê derxînn holê. Berevajî vê rewşê em ê polîsan ji vê rewşê berpirs bibînin.’’