Malbatên Roboskî û Gezî serdana Muzeya Şermê kirin

Malbatên Roboskî û Gezî serdana Muzeya Şermê kirin

Malbatên ku li Roboskiyê û di protesto kirina Gezî de windakirîn, serdana Muzeya Şermê kirin.

Malbatên ku zarokên wan di protestokirina Gezî de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin û Roboskiyên di bombebaran balefirên artêşa Tirk de zarokên wan hatin qetilkirin, serdana Muzeya Şermê ya ji aliyê Federasyona Şoreşgerên 78’an û Navenda Hunerên Hemdem ve hatî vekirin, kirin.

Malbatên Vedat Encu û Cemal Encu ên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin û malbatên Ethem Sarisuluk, malbata Elî Îsmaîl Korkmaz û Comert Abdullah ê li Hatayê jiyana xwe ji dest da tevlîbûn.

Di destpêka serdanê de li ser giyanê kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li beşa ku pêlv û cilên Ethem Sarisuluk ku bi armanca piştgiriya çalakiyên Gezî li Enqereyê bi guleya polîs hate qetilkirin û cilên Elî Îsmaîl Korkmaz lê bûn lêgeriyan.

Malbatan cilên zarokên xwe ên di pêşangehê de himbêz kirin û demek dirêj lorandin. Piştre derbazî beşa Roboskî bûn. Dayîkên Vedat û Cemal Encu jî di dema serdanê de nekarîn rondikên xwe bigirin.

Piştî serdanê jî derbazî “Konsera Piştevaniyê” a ji bo malbatan hatibû amadekirin bûn.