Malbatên Roboskê:Dengê me bibihîsin!
Malbatên Roboskê:Dengê me bibihîsin!
Malbatên Roboskê:Dengê me bibihîsin!
Piştî ku Dadgeha Cezayê Bilind ya Amedê ku di 11’ê Heziranê de doza komkûjiya 34 Kurdên ku di komkûjiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dabun betal kir, vê carê her ku diçe zext li ser malbatan zêde dibin. Malbatên kesên di komkûjiyêde jiyana xwe ji dest dane ji bo ku dengê xwe bigihinin rayagiştî dest bi rêze çalakiyan kirin. Malbatan gotin: “Bila em rênedin ku ev komkujî ji wekî komkujiyên din bêne wenada kirin û ji bîr kirin.” Malbatan di 16’ê Hezîranê de dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.
Xizmên wendahiyan yên di nava lêgerîna ‘edaletê’ de bûn, rastî ceza, tehdît û şantaja dewletê hatin. Malbatên ku li ber deriyên dadgehan li benda ‘edaletê’ bûn û dixwestin kesên ku di komkujiyê de rol girtine bên darizandin, ew bixwe rastî cezayên pere ku her malbatek 3 hezar TL hatin. Piştî vî cezayî, li malbatan zext û şantaj jî ji aliyê dewletê ve zêde bûn.
HEWL DIDIN KOMKUJIYÊ VEŞÊRIN
Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li hember zext, şantaj û tehdîtên dewletê dixwazin dengê xwe bigehînin cihanê. Ji bon vê jî malbatan di 16’ê Hezîranê de dest bi kampanya îmze komkirinê kirin,her ku diçe rêze çalakiyên xwe berfireh dikin. Malbat dixwazin balê bikişîn ser komkûjiya Roboskiyê û dibêjin: “Ev komkûjî berdewama komkûjiyên ku berê dewleta Tirk li ser Gelê Kurd pêk anîbûne.” Her wiha malbatan xwestin ku balê bikişînin ser bêdengiya raya giştî, ji bo wê jî li ser dowîzên ku didestê wande bûn: “ Dengê me bi bihîsin” hatibû nivîsin.
Malbatan da zanîn ku rayagiştî li dijî komkujiyên dewleta tirk bê denge. Her wiha malbatan da diyarkirin ku ewê vê komkûjiyê bişopînin. Yek ji xizmên wendahiyan dowiza ku di destê wî de bu li ser buyerên ku hatine jiyan kirin aşkera kiribû.
GUNDEKÎ KU DI NAVA ÇIYA DE…
Dowiza di destê wî de li ser wiha hatibû nivîsin: “ Em Roboskî hemwelatiyên ku bi ‘qaçaxçitiyê’ hatine mehkûm kirin û jibîrkirin,lê dema ku em têne qetil kirin û rastî zilmê tên wîêdemê me li bîrtinin. Zarokên me 28’ê Kanûnê de bi bombeyan hatin parçekirin. Piştî wê jî çapemeniya wan gotin ‘qeçaxçine yan terorîstin? ’li ser bûn dû beş. Her çendî ku komkûjî bi hemû aliyan ve aşkerabe jî, kesên komkûjiyê pêk anîne nehatine dîtin. Em her roj rastî zext, tehdît û binçavkirinan tên. Ji kerema xwe re bila kesê bihîstî ji kesê ne bihîstîre beje: ‘Di nava çiyayan de gundek heye! ’ êdî dengê me bi bihîsin.”