Malbatên li Gebzeyê: Dangê dayikan bibihîsin

Malbatên ku rê nehate dayîn ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê lidar bixin, banga “Pêşiya mirinê bigirin. Dengê dayikan bibihîsin.”

Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo bal bikişînin ser grevên birçîbûnê di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya nobeda rûniştinê kirin, lê belê ji 9'ê Nîsanê ve çalakiya wan tê astengkirin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Cambaz jî piştgirî da malbatan. Malbatên xwestin biçin ber girtîgehê polîsan rêya wan birî û ji ber girtîgehê ew dûr xistin. Her wiha polîsan nehişt rojnamevan jî dîmenan bigirin. Malbat çûn HDP'a Gebzeyê.

Parlementera HDP'ê Dilşat Cambaz, qedexekirina çalakiyê şermezar kir û diyar kir ku li girtîgehan rojiya mirinê destpê kiriye. Cambaz, got: "Bi tecrîda Îmraliyê re em bi Tirkiyeyeke ku êdî guh nade qanûnên xwe rû bi rû dimînin. Çareserî pir zelal e. Divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê. Çareserkirina pirsgirêkê pir zelal e, lê belê îktîdara AKP'ê dest navêje pirsgirêkê. Mixabin niha gelek hevalên me li ber mirinê ne. Divê ev pêvajo tenê li pişta dayikên me û hevrêyên me yên girtî neyê barkirin. Divê ev pêvajo tenê li pişta HDP'ê jî neyê barkirin. Ev pirsgirêka gelê me ye. Divê em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin. Daxwaza girtîgehan daxwaza me ye. Guh bidin dengê dayikan da bi derengî nekeve."

Piştre li ser navê malbata Sûltan Bozkûrt axivî. Bozkûrt, bang li raya giştî kir û got: "Bang li tevahiya gelê Kurd dikim. Rê li ber mirinê bigirin. Rica dikim. Ti fêdeya tirsê tine ye. Ma wê heta kengî tirs hebe. Divê cenazeyên zarokên me ji vir dernekevin. Em bang li her kesî dikim. Em bang li hiqûqnazan, parêzvanên mafên mirovan, demokratan, nivîskaran, parêzeran, rojnamevan û bijîşkên sînornenas dikin. Pêşî em bang li CPT'yê dikin. Rê li ber mirinê bigirin. Dengê dayikan bibihîsin. Wê sibê bi derengî bikeve. Bi rastî jî wê dereng be. Wexta sibê zarokên me bimirin wê kî hesab bide. Em ê hesab bipirsin. em ê dest bavêjin qirika hemûyan. Sibê 1'ê Gulanê ye, bila her kes kitana xwe ya spî girêde û ji bo grevên birçîbûnêd dakeve qadan."