Malbatên girtiyan serdana partiya DEVA kirin

Malbatên girtiyan serdana partiya DEVA kirin û gotin, "Ji bo girtiyên nexweş divê kes bêdeng nemîne."

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku li gel bidawîbûna cezayê wan nayên berdan, li Enqereyê serdanên xwe dewam dikin. Heyeta ku Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede pê re ye, serdana Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) kir. Malbatên girtiyan ji aliyê Parlamenterê DEVA yê Stenbolê Mûstafa Yeneroglû û rêveberên DEVA ve hatin pêşwazîkirin.

Bavê Herdem Mervanî Abdullah Halîm Kirtay diyar kir ku 30 sal in girtî ye û 5 salên dawî jî nexweş e.

Bavê girtiyê nexweş Civan Boltan, Hakki Boltan jî got, "Bi êşa me kêfxweş dibin. Partiyên desthilatdar li ser êşa me siyasetê dikin. Divê em bêdeng nemînin."

Parlamenterê Partiya DEVA Mûstafa Yeneroglû jî got, "Em ji nêz ve bi rewşa Aysel Tûglûk mijûl dibin. Divê tavilê dawî li cotstandartiya di cezakirinê de bê anîn û wê berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Yeneroglû got, "Yê îro li pêşberî neheqiyê bêdeng bimîne, wê sibe neheqî lê bê kirin."