Malbatên girtiyan gotin heta tecrîd hebe wê li kolanan bin

Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne, nerazîbûn nîşanî şideta polîan da û gotin heta tecrîd hebe wê her tim li kolanan bin.

Malbatên girtiyan ji bo bal bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hefteyan in li di nava çalakiyan de ne.

Malbatên girtiyan ên li Amedê banga seferberiyê kirin, bi awayekî sîstematîk rastî terora polîsan tên.

Dayikên girtiyan ên li pêşiya Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) a Amdê hatin ba hev, ji bo proterstokirina şideta polîsan a li Rezanê ya li ser dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Dayika Ayten Gul a roja Pêncşemê li Parka Koşûyolê polîsan ew derb kir anî ziman ji bo daxwazên zarokên wan pêk werin di çalakiyê de ne.

Gul got: “Zarokên me dimirin. Li me dixin, bi erdê re kaş dikin. Ji bo me çareyek bibînin, teta çareyek neyê dîtin em ê li kolanan bin.”

Garîp Pehlîvan a yek ji dayika girtiyan e, desteka dayikên din xwest û got: “Zarokên me ketine rojiya mirin. Zarokên me ji bo gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê bedena xwe dane ber mirinê.”

Pehlîvan bi domdarî got: “Bila Hikûmet û Wezareta Edaletê guhê xwe veke; em vê napejirînin. Heta daxwazên zarokên me bên bicih, tecrîd bi dawî nebe em ê 24 saetan li kolanan bin.”

Dayikan piştî daxuyaniyê bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Amed ne raze xwedî li rûmeta xwe derbikeve’ dawî li çalakiya xwe anî.