Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim, Mehlîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.

Piştî 21 salan di 27'ê Nîsanê de destûr hatibû dayin ku Ocalan mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar bîne. Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû. Girtiyên din jî ji sala 2015'an dema birin Îmraliyê û vir ve yekemcar bi rêya telefonê karîbûn bi xizmên xwe re biaxivin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15'ê Adara 2015'an û vir ve tenê 5'ê Hezîranê, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an karîbûn xizmên xwe bibînin.

Hamîlî Yildirim jî ji sala 2015'an ve di 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an de karîbû xizmên xwe bibîne.