Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên her sê girtiyên din ên li gel Ocalan girtî ne jî serî li serdozgeriyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.
Malbatan piştî 12’ê Tebaxa 2019’an herî dawî di 2’ê Adarê de hevdîtin pêk anîbûn.